Medya Rûsî: HSD û hêzên Esed li dijî Tirkiyê tetbîqata hevbes pêk anîn
PeyamaKurd – Hat ragihandin, li demeke artêşa Tirkiyê êrîşên xwe zêde kirine û gefa operasyoneke nû ya leşkerî dixwe, hêzên girêdayî Esed ên Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), li bakurê rojhilatê Sûriyê tetbîqateke leşkerî ya hevbeş pêk anîn.
Medya rûsî ragihandiye ku doh 30ê Tîrmeha 2022yan, li bakurê rojhilatê Sûriyê, li gundewarê rojhilatê Helebê, hêzên Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk, bi serpereştiya rahênerên rûsî cara yekem tetbîqata leşkerî ya hevbeş pêk anîn.
Li gorî dîmenên hatine belavkirin, di tetbîqatê de rahênana deryayî hatiye kirin. Di rahênanê de, tank ji peraveke avê derbasî peraveke din dibin, helîkopter û top hatine bikaranîn û herwiha li asman jî drone hatine bikaranîn.
Medyaya Rûsî daye xuyakirin ku ew tetbîqata leşkerî di çarçoveya rêgirîkirina li hember êrîşên Tirkiyê li bakurê Sûriyê, weke bersiva gef û êrîşan hatiye encamdan.
Demek berê Fermandar û berpirsên HSDê ragihandibûn ku wan bi hêzên rejîma Sûriyê re ji bo rûbirûna artêşa Tirkiyê li hev kiriye û piştre jî hêzên rejîmê li herêmên kontrola HSDê hatibûn bicihkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin