Medya Rûsî li dijî Swêd û Fînlandiya pêsniyara bicihkirina çekên nukleerî kir!

17 May 2022 18:44 0 dîtin
Medya Rûsî li dijî Swêd û Fînlandiya pêsniyara bicihkirina çekên nukleerî kir!

PeyamaKurd – Televizyona fermî ya dewleta Rûsyayê, pêşniyar kir ku Rûsya çekên nukleerî li dijî herdu welatên Swêd û Fînlandiya bicih bike ku hewl didin bibin endamê NATOyê.

Li gorî parvekirina edîtorê BBCyê Steve Rosenberg, pêşkeşkarê kanala Russia 1 ya dewletê Dimitri Kiselyov, pêşniyar li rêveberiya Rûsyayê kiriye ku piştî biryara wan a endambûna NATOyê li dijî Fînlandiya û Swêd çekên nukleerî bicih bike.

Dimitri Kiselyov gotiye: "Sedema beşdarbûna wan a NATOyê tirs e, lê wê tirsa wan zêdetir bibe. Dema baregehên NATOyê li Fînlandiya û Swêdê xuya bûn, êdî ji bo Rûsyayê ji bicihkirina çekên nukleerî yên taktîkî pê ve ti bijardayeke din bo berterefkirina gefa nû namîne.”