Fînlandiya: Hêvî ew e ku Swêd vê mehê bibe endam

02 June 2023 14:00 0 dîtin
Fînlandiya: Hêvî ew e ku Swêd vê mehê bibe endam

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Fînlandiyayê Pekka Haavisto, di derbarê rewşa endamtiya Swêdê de axivî û diyar ku ku ew hêvî dikin di vê mehê de ev prose were cîbicîkirin.

Pekka Haavisto, di Civîna Wezîrên Karên Derve ya NATOyê ya ku li Osloyê hat lidarxistin de got ku "Em hêvî dikin ku ev yek dikare û divê beriya Vilniusê pêk were. Niha hilbijartinên Tirkiyeyê bi dawî bûn. Ji bo Tirkiyeyê girîng e ku pêvajoya erêkirina endamtiya Swêdê ya NATOyê berdewam bike.”

Wezîrê Fîn li ser civîna NATOyê ya meha bê ya li paytexta Lîtvanyayê got,

“Qanûna terorê ya nû ya ku ji aliyê Swêdê ve hatiye qebûlkirin, di vê pêvajoyê de gelekî girîng e. Ji bo ku Ukrayna jî bibe endamê NATOyê divê rêyekeme ya ku em pê gelek bawer bin hebe.”