Amerîka: Swêd wê di demek nêzîk de bibe endamê NATOyê

28 November 2023 12:15 0 dîtin
Amerîka: Swêd wê di demek nêzîk de bibe endamê NATOyê

PeyamaKurd – Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê yê ji bo Ewropa û Avrasyayê James O'Brien diyar kir, Swêd wê di demeke nêz de bibe endama NATOyê û got, “Em li benda wê kêliyê ne.

James O'Brien di brîfînga çapemeniyê ya ku beriya Civîna Wezîrên Karên Derve ya NATOyê de bi rêya telekonferansê li dar xist de pirsên rojnamevanan bersivand.

O'Brienê ku derbarê rojeva hevdîtinên wê roja Sêşemê li Brukselê destpê bikin û tê payîn ku 2 rojan dewam bikin daxuyani da, derbarê derengketina endamtiya Swêd a NATOyê ya ji ber Tirkiye û Macaristanê de gelek pirs hatin kirin.

O'Brien got, "Em li bendê ne ku Swêd bibe endama 32yemîn ya tifaqê. Swêd wê ji roja ewil de tevkariyeke mezin bide îtîfaqê."

"Hevalbendên me yên Tirkiye û Macarîstanê ji me re gotin, ti pirsgirêkeke bingehîn tine ye ku pêvajoya erêkirinê asteng bike, tenê hewl didin dengên erêkirinê misoger bikin kom bikin. Me ragihand ku niha dema çalakiyê ye û derengxistin wê nabe her feydeyekê bi xwe re bîne. Em pêşbînî dikin ku Swêd di demek nêzîk de bibe endama hevpeymaniyê. Em li hêviya wê gavê ne."

"Girîng e ku em girtina deriyan bidomînin"

O'Brien derbarê gavên ku divê bên avêtin da ku mueyîdeyên ku li ser Rûsyayê hatine sepandin ji aliyê Tirkiyeyê ve neyên derbaskirin de jî O'Brien ev tişt anî ziman:

"Amerîka biryar da ku cezayan li ser hin kes û saziyan bisepîne. Hin ji wan hemwelatiyên Rûsyayê ne ku şirketên ku hewl didin malzemeyên elektronîk ên di qada şer de tên bikaranîn di ser Tirkiyeyê re derbasî Rûsyayê bikin. Me dît ku ji bo pêşîgirtina li vê yekê hin pêşketin çêbûn. Lê ev karek e ku qet bi dawî nabe. Rûs her tim hewl didin ku zêdetir îtxal bikin. Girîng e ku em girtina deriyan ji Rûsyayê re bidomînin. Wekî din, em ê di dawiya vê hefteyê de bi bûyerên din ên mîna êrîşa mezin a li ser Kîevê re rû bi rû bimînin… Em dizanin ku hilberên ku van êrîşan pêk tînin bi gelemperî ji welatên rojava an jî G7 têne derxistin û di çend welatan re derbas dibin. Pêdivî ye ku ev hemî zûtirîn dem bi dawî bibe."