Amerîka: Wê serê DAISê li demeke nêzîk bidawî bibe
PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê li Sûriyê James Jeffery ragihand ku dibe di nav çend mehan de şerê dijî DAIŞê bidawî bibe.
Jeffery daxuyakirin ku niha şerê dijî DAIŞê yê dawî bi hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Rojhilatê Firatê berdewam dike û got, “Şer didome û em li bendê ne di nav çend mehan de bidawî bibe. Ev dê bibe qada dawî ya ji destê DAIŞê were rizgarkirin.”
Jeffrey destnîşan kir ku Amerîka hewil dide ku serkeftina li hemberî DAIŞê mayinde û domdirêj be û wiha axivî: “Mayîndebûna têkdana DAIŞê ne tenê tunekirina leşkerî ya çekdarên dawî yên DAIŞê ye, herwiha tê maneya ku careke din şaneyên wan ên razayî jî venegerin.”
James Jeffrey got ku bi têkdana DAIŞê re pêwîste proseya siyasî ji nû ve were zindîkirin û şerê navxwe yî salan ê Sûriyê were bidawîkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin