Amerîka: Erka me, li rojhilatê Sûriyê serê dijî DAISê ye
PeyamaKurd - Sererkanê Amerîkayê Mark Milley ragihand ku planeke wan a wiha nîne car din li Sûriyê leşkeran li herêmên nêzîkê sînorê Tirkiyê bicih bikin.
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper û sererkanê Amerîkayê General Mark Milley li Komîteya Xizmetên Çekdarî ya Encûmena Nûneran a Amerîkayê derbarê budçeya berevaniyê ya 2021ê de bersiva pirsan dan.
‘Berî êrîşa Tirkiyê leşkerên me ji herêmê vekişiyan’
Derbarê hebûna leşkerên Amerîkayê de li Sûriyê, Serokerkanê Amerîkayê Mark Milley, ragihand ku berî êrîşa Tirkiyê bo ser bakurê rojhilatê Sûriyê, leşkerên wan ji herêmê vekişiya ne û ligel destpêkirina êrîşê leşkerên nêzîkê sînor bo rojhilat hatine veguhestin.
Milley got: “Erkê me yê li Sûriyê neguheriye. Erkê me, li rojhilatê Sûriyê şerê dijî DAIŞê ye. Herwiha ti plan û nêteke me ya wiha nîne careke din leşkeran li ser sînorê navbera Tirkiye-Sûriyê bicih bikin.”
‘Sedemek nîne ku em leşkeran bişînin herêma ser sînor’
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper jî da zanîn ku armanca Amerîkayê li Sûriyê ew e li navçeyên petrolê careke din DAIŞ zindî nebe û got:
“Di qonaxa niha de sedemeke wiha xuya nake ku em car din leşkeran bişînin herêma ser sînor.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin