Medya Amerîka: Rûsya ji bo serê kolanan ji Sûriyê çekdaran disîne Ûkraynayê

07 March 2022 22:00 0 dîtin
Medya Amerîka: Rûsya ji bo serê kolanan ji Sûriyê çekdaran disîne Ûkraynayê

PeyamaKurd – Medya Amerîkayê bi zarê çend berpirsên Amerîkî ragihandiye ku Rûsya çekdarên Sûrî yên ku ezmûna wan a şerê nav bajaran heye, vediguhêze Ûkraynayê ji bo li dijî hêzên Ûkraynî şerê kolanan bikin.

Li gorî çar berpirsên Amerîkayê, Rûsyayê li Sûriyê dest bi amadekirina çekdarên Sûrî kiriye ji bo wan bişîne Ûkraynayê ku Rûsya dixwaze ew çekdarên Sûrî di kontrolkirina Kîev a paytexta Ûkraynayê de alîkariya hêzên Rûsyayê bikin.

Wan berpirsên Amerîkî behsa hejmara wan çekdaran nekirine lê gotine, hejmarek çekdarên Sûrî bo Rûsyayê hatine veguhestin ku niha beşek ji wan çekdaran li Rûsyayê ne û ji bo şerê Ûkraynayê têne amadekirin.

Medyaya Amerîkî diyar kiriye, Rûsya ji bo çekdarên li Ûkraynayê şer bikin 200 heta 300 dolaran mûçe diyar kiriye ku ew ji bo xula 6 mehan e.

Li aliyê din Wezîrê Derve yê Ûkraynayê Dmitry Kuleba doh Yekşemê ragihandibû ku ji 52 welatan nêzî 20 hezar xwebexşên biyanî derbasî Ûkraynayê bûne ji bo ku tevlî refên Artêşa Ûkraynayê bibin.