Ji Amerîkayê peyama 500 rojiya serê Ukrayna-Rûsyayê: Astenga herî mezin...
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê, bi minasebeta 500emîn roja destpêkirina êrîşkariya Rûsya li ser Ukraynayê ku 24ê Sibata 2022yan dest pê kiribû, peyamek belav kir.
Di peyamê de pesnê berxwedana Ukraynayê li hemberî Rûsyayê hate dayîn û hate gotin, astenga herî mezin a li ber pêkanîna aştiya mayînde ya dadwerane, hikûmeta heyî ya Rûsyayê ye.
Di peyamê de hate diyarkirin ku dê dorpêçên Amerîka yên li ser Rûsyayê dewam bikin û gavên li dijî hêza şerkirinê ya Kremlînê ku li ber hiqûqa navdewletî hesab jê bipirsîn teşwîq bikin.
Herwiha di peyamê de hatiye gotin ku Ukrayna dikare berevaniya xwe bike û dema wê bê jî dikare li ser maseya danûstandinan bi awayê herî bihêz cî bigire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin