Wezîrên Rusya û Amerîkayê, li ser serê Ukraynayê axivîn!
PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Berevaniya Rusyayê ve hat ragihandin ku Wezîrê Berevaniya Rusyayê û Wezîrê Berevaniya Amerîkayê, bi rêya telefonê axaftinek kiriye. Hat ragihandin ku di axaftina hatiye kirin de rewşa heyî ya şerê navbera Rusya û Ukraynayê hatiye nirxandin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê wezaretê ve hat dayîn de hat ragihandin ku Wezîrê Berevaniya Rusyayê Sergey Şoygu û Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin, bi telefonê axivîne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wezîran rewşa şerê ku niha li Ukraynayê berdewam dike nirxandine.
Wezîrê Berevaniya Rusyayê Sergey Şoygu, herî dawî di 21ê Cotmehê de ligel Lloyd Austin axivîbû û îro jî ligel Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Hulusi Akar, Wezîrê Beravaniya Brîtanyayê Ben Wallace û Wezîrê Berevaniya Fransayê Sebastian Lecornu re axivîbû û ligel wan jî rewşa şer nirxandibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin