NYê, raporta qurbaniyên sivîl ên serê Rusya û Ukraynayê ragihand

24 May 2023 17:00 0 dîtin
NYê, raporta qurbaniyên sivîl ên serê Rusya û Ukraynayê ragihand

PeyamaKurd- Rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku di şerê navbera Ukrayna û Rusyayê de di navbera 24ê Sibata 2022yan û 21ê Gulana 2023yan de 8 hezar û 895 sivîl bûne qurbanî.

Di daxuyaniya Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de hat ragihandin ku

“Ji 24’ê Sibata 2022yan dema ku êrîşa berfireh a Federasyona Rusyayê dest pê kir û heta 21ê Gulana 2023yan, Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) diyar kir ku li welêt 8 hezar û 895 sivîl hatine qetilkirin û 15 hezar û 117 sivîl jî birîndar bûne.”

Hat ragihandin ku li aliyê din di navbera 1 û 21ê Gulana 2023yan de 133 sivîlan can dane û hat diyarkirin ku ji van sivîlan 76 zilam, 38 jin, 4 zarokên lawik, zarokek keçik û 14 kesên ku zayendên wan nehatine tespîtkirin in.

Her wiha hat eşkerekirin ku di navbera van rojan de 466 kes birîndar bûne û  di nav birîndaran de 182 mêr, 116 jin, 15 lawik, 7 keçik û 146 mezinên ku zayenda wan nediyar e hene.