Xamaney gefa tola Suleymanî li Amerîkayê xwar: Di demeke herî nêzîk de!

16 December 2020 18:49 0 dîtin
Xamaney gefa tola Suleymanî li Amerîkayê xwar: Di demeke herî nêzîk de!

PeyamaKurd – Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaney, di merasîma salvegera kuştina Fermandarê Hêza Qûds Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebu Mehdî Muhendis de, gefa tolhildanê li Amerîkayê xwar.

Xamaney di merasîmê de bi malbata Suleymanî re civiya û gefa derxistina Amerîkayê ji herêmê xwar.

Xamaney got, “Helbet divê tol ji qatilên wî û yên fermana kuştina Suleymanî dane bê standin û ev dê di demeke herî nêzîk û mimkun de bê kirin.”