Sêwirmendê Xamaneyî jî gefa misyonên Îsraîlê xwar

07 April 2024 21:54 0 dîtin
Sêwirmendê Xamaneyî jî gefa misyonên Îsraîlê xwar

PeyamaKurd - Şêwirmendê payebilind ê Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamaneyî gefê li Îsraîlê xwar û got: “Êdî ti balyozxaneyeke Îsraîlê ne ewle ye.”

Li paytexta Sûriye Şamê, li dijî balyozxaneya rejîma Îranê hêrişeke mezin pêk hatibû û çend serleşkerên payebilind ên artêşa Pasdaran a Îranê hatibûn kuştin.

Piştî vê hêrişê Tehranê, berpirsyariya vê hêrişê xistibû stuyê Îsraîlê.

Serleşker û Rawêjkarê leşkerî yê Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamaneyî, Yehya Rehîm Sefewî, li merasima bîranîna serleşkerên ku di hêrişa ser konsolosxaneya Tehranê de jiyana xwe ji dest dane, axivî û got: Êdî ti balyozxaneyeke Rejîma Siyonîst ne ewle ye."

Li gor nûçeya ajansa nîvefermî ISNAyê, Sefewî angaşt ku 27 balyozxaneyên Îsraîlê ji ber metirsiya li hember berteka muhtemel a Îranê hatine girtin.

Piştî êrîşa esmanî ya roja Duşemê ya li paytexta Sûriyê, ku di encamê de 7 endamên Pasdarên Şoreşa Îranê hatin kuştin, di nav de 2 fermandarên payebilind, Îranê soza tolhildanê dabû.