Xamaney: Bi kenê dîplomatîk ê Amerîkayê nexapin!

28 January 2025 17:06 0 dîtin
Xamaney: Bi kenê dîplomatîk ê Amerîkayê nexapin!

PeyamaKurd – Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaney, li ser egera mizakereyên bi rêveberîya Amerîka re hişyarî da hikûmeta Îranê û diyar kir ku niyeta rêveberiya Washingtonê li hemberî wan xerab e.

Xamaney li Tehranê di gotara xwe ya bi minasebeta Qendîla Mîracê de got: "Ji bîr nekin ku li pişt kenê dîplomatîk ê Amerîkayê de kîndarî, neyartî û niyetxerabî heye. Divê em çavê xwe vekin û bizanin bê kê re çawa diaxivin.”

Herwiha Xamaney, agirbesta Xezeyê jî wekî serkeftinekê pênase kir û îdia kir ku li Filîstînê wê herêmê hiştiye rejîma sîyonîst li ber wan çok deyne.

Di beşeke din de jî Xameney got ku berxwedena Hizbullahê li Lubnanê dijî Îsraîlê dewam dike û Hizbullah neqediyaye.