Ji Xamaney pisgiriya Hemasê: Tofana Eqsayê planên Amerîkayê serobinî hev kir!
PeyamaKurd – Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaney, ji ber şerê Xezzeyê nîşanî hin welatên rojava da ku piştevaniya Îsraîlê dikin.
Li gorî ragihandina ajansa ÎRNA ya fermî li Îranê, Xamaney, di merasîmeke hêzên Besîç ên Îranê de, piştevaniya xwe bo êrîşa Hemasê ya 7ê Cotmehê bi navê Tofana Eqsayê dabû destpêkirin dubare kiriye û gotiye, "Tofna Eqsayê planên Amerîka yên li ser herêmê serobinî hev kir. Heke ev tofan dewam bike, dê hemû planên wê ji tune bibin.”
Herwiha Xamaney, bertek nîşanî welatên piştevaniya Îsraîlê dikin daye û gotiye, “Bi bombeyên fosforê 5 hezar zarok hatine kuştin, dibêjin Îsraîl parastina xwe dibe. Ma wisa parastin dibe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin