Hamasê daxuyaniya Pasdarên Îranê ya derbarê 'Tofana Eqsayê' de red kir!

27 December 2023 20:36 0 dîtin
Hamasê daxuyaniya Pasdarên Îranê ya derbarê 'Tofana Eqsayê' de red kir!

PeyamaKurd – Tevgera Hemasê, daxuyaniya Supaya Pasdarên Îranê ya derbarê êrîşa Hemasê ya 7ê Cotmehê bi navê ‘Tofana Eqsayê’ de qebûl nekir.

Pasdarên Îranê êrîşa Hemasê wekî tolhildana kuştina Qasim Silêmanî nîşan dabûn.

Hemasê, bersiva daxuyaniyê da Berdevkê Supaya Pasdarên Îranê Remezan Şerîf û got, ew daxuyaniyên Şerîf ên derbarê operasyona Tofana Eqsayê de red dikin.

Hate diyarkirin ku sedema êrîşa ser Îsraîlê ya bi navê Tofana Eqsayê di serî de gefên li ser Mizgefta Eqsayê û çalakiyên dagirkeriya siyonîst li ser mekanên pîroz in.