Daxuyaniya Hamasê ya derbarê girtiyên Îsraîlî: Tistên tên gotin derew in!

11 October 2023 10:35 0 dîtin
Daxuyaniya Hamasê ya derbarê girtiyên Îsraîlî: Tistên tên gotin derew in!

PeyamaKurd – Talal Nassar ku yek ji lîderên Hamasê ye jî got, îdiayên ku dibêjin Îsraîliyên ku wan dîl girtine ji ber şert û mercên şer hatine îşkencekirin an kuştin ne rast in.

Nassar ji kanala televizyona El Cezîre ya Qeterê re axivî û derbarê êrîşa Tevgera Hemas a li dijî Îsraîlê de daxuyanî da.

Nassar derbarê îdiayên ku girtî hatin kuştin û îşkencekirin de wiha got: "Ne pêkan e ku berxwedan girtiyên Îsraîlî bikuje yan jî îşkence bike. Sûcdarên rastî destên wan xwîn tê dagirker in û rastiyan berovajî dikin. Hêzên berxwedêr bi hemû awayên însanî li girtiyan tevdigerin.” Nassar di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em xwe dispêrin gelê Ereb, ne rêberên Ereban.

"Ez hêvî nakim ku hêzên dagirker li Gazzeyê operasyoneke bejayî bikin, ji ber ku ew ji Filistîniyên ku xwediyê axê ne ditirsin. Em ji operasyona Tofana Eqsayê ne poşman in. Armanca me rizgarkirina axa xwe ye, em dizanin ku bihayê wê giran e. Em dizanin ku hevsengiya hêzan ne li gorî me ye. Dinya li hember me ne adil e. Lê gelê me ji bo guhertina hevkêşeyê bi hêza berxwedanê bawer dike."

Nassar got, "Tevî hewldanên mezin ên hêzên dagirker ên ji bo pêşîgirtina li vê yekê jî, pevçûnên li derdora Gazzeyê dewam dikin û operasyonên ketina nava berxwedanê dewam dikin."