Îsraîlê li beramber 8 dîlên îsraîlî û Taylandî 110 girtiyên filîstînî berdan
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Îsraîlê îro 30yê Çile di çarçoveya qonaxa sêyem a agirbesta Xezeyê de, 110 girtiyên Filîstînî yên li girtîgeha Oferê serbest berdan.
Hemasê jî îro 3 revandiyên Îsraîlî û 5 jî dîlên Taylandî di çarçoveya agirbestê de berdan.
Herdu aliyan jî dîl û girtiyên hatine berdan radestî Xaça Sor a Navdewletî kirin ku yek ji dîlên destê Hemasê de leşkereke jin a Îsraîlî bû.
Hêjayî gotinê ye, medyayên Filîstînê piştî berdana 8 dîlên Îsraîlê ji aliyê Hemasê ve, nûçeyên ku Îsraîlê serbest berdana 110 girtiyên filîstînî paşde gav avêtiye belav kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin