Îsraîlê li beramber cenazyê Hadar Goldin 15 cenazeyên Filîstîniyan radest kir
PeyamaKurd- Îsraîlê, di çarçoveya peymana agirbestê de, 15 cenazeyên Filistîniyan bi rêya Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor radestî Wezareta Tenduristiyê ya Şerîda Xezeyê kir.
Wezareta Tenduristiyê ya Şerîda Xezeyê ragihand ku wan di çarçoveya peymana agirbestê ya bi navbeynkariya Amerîkayê de 15 cenazeyên Filistîniyan wergirtiye.
Wezaretê eşkere kir, ev prose bi hevkarî û navbeynkariya Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor pêk hatiye û hejmara cenazeyên hatine wergirtin gihîştiye 315an.
Hêjayî gotinê ye, ev radestkirina cenazeyan piştî wergirtina Îsraîlê ya cenazeyê serbaz Hadar Goldin ê ku di şerê Xezeyê yê 2014an de hatibû kuştin, pêk hat.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin