Artêsa Îsraîlê cenazeyên 6 dîlên Îsraîlî vegerand

20 August 2024 16:45 0 dîtin
Artêsa Îsraîlê cenazeyên 6 dîlên Îsraîlî vegerand

PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê ragihand ku wqan cenazeyên 6 dîlgirtiyên îsraîlî yên ku ji destpêka şer ve tevgera Hemasê ew girtine, di operasyonekê de vegerandine.

Artêşa Îsraîlê diyar kiriye ku cenazeyên Yagiv Buchchav, Alexander Dentzig, Avraham Monder, Yoram Metzger, Nadav Bubluel û Haîm Perî bi şev li herêma Xan Yunisê ya li rojavayê Xezayê ji bin kavilan derxistine.

Li aliyê din danûstandinên agirbestê yên bi navbeynkariya Amerîka, Misr û Qeter dewam dikin.

Hewl tên dayîn ku Îsraîl û Hemas li ser agirbestê li hev daku alîkariyên mirovî derbasî herêmên wêranbûyî bibin û her du alî dîlgirtiyên xwe vegerînin.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken jî ji doh ve serdana xwe ya Rojhilata Navîn didomîne ku piştî hevdîtinên li Îsraîlê îro jî li Misrê bi serokê Misrê Ebdulfettah El Sîsî re civiya.

Biryar e Blinken piştî Qahîreyê serdana Dohayê jî bike.