Îsraîl 369 girtiyên Filîstînî, Hemas jî 3 dîlên Îsraîlî berdide

14 February 2025 17:00 0 dîtin
Îsraîl 369 girtiyên Filîstînî, Hemas jî 3 dîlên Îsraîlî berdide

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku wê di çarçoveya agirbesta Xezeyê de, sibe 15ê Sibatê roja Şemiyê qonaxa 6an a pevguhertina dîl û girtiyan di navbera Îsraîl û Hemasê de pêk were.

Li gorî medyaya Îsraîlê Hemas sibe 3 dîlên îsraîlî azad dike ku 7ê Cotmeha 2023yan hatibûn revandin.

Herwiha Ofîsa Medyayî ya Mehkûmên Filîstînê jî ragihandiye ku wê Îsraîl li beramberî serbest berdana dîlan 369 girtiyên filîstînî azad bike.

Hate diyarkirin ku 36 girtiyên bêne berdan sizayê îdamê li ser wan hatibû sepandin.

Hemasê jî diyar kiriye ku wê dîlên Îsraîlî Sasha Alexander Trubnov ê hemwelatiyê Rûs-Îsraîl,  Sagi Dekel Han ê welatiyê Îsraîl-Amerîka û Yair Hornê îsraîlî sibe werin berdan ku navê wan ji bo Îsraîlê hatiye ragihandin.