Hemasê cendekên 4 dîlên Îsraîlê teslîm kir
PeyamaKurd – Di çarçoveya peymana agirbestê ya li gel Îsraîlê, Hemasê, îro cendekên 4 dîlên Îsraîlî teslîmî Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor (ICRC) li Xezeyê kirin.
Rehîneyên bi navê Şîrî Bibas û du zarokên wê yên biçûk Ariel û Kfir tevî Oded Lifshitz hatin nasîn. Berdevkê komên Filistînê dubare kir ku rehîne di êrîşên esmanî yên Îsraîlê de hatin kuştin.
Berî niha Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştrast kiribû ku Îsraîl dê cendekên 4 dîlên ku ji 7ê Cotmeha 2023yan ve li Xezayê girtî ne, wergire û herwiha da zanîn ku, 6 dîlên din ên sax dê roja şemiyê bên berdan, wek ku berê Hemasê ragihandibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin