Îsraîlê Hemas bi merasînên biçûkxistinê sûcdar kir û berdana girtiyên Filîstînî bi pas xist

23 February 2025 11:04 0 dîtin
Îsraîlê Hemas bi merasînên biçûkxistinê sûcdar kir û berdana girtiyên Filîstînî bi pas xist

PeyamaKurd – Hikûmeta Îsraîlê derbarê girtiyên filîstînî yên di çarçoveya pevguhertina dîlan de nehatine berdan de daxuyanî da û Hemas sûcdar kir.

Di daxuyaniya Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê de hate ragihandin ku berdana girtiyên filîstînî hatiye paşxistin.

Wekî sedema vê biryarê jî helwestên Tevgera Hemasê hatin nîşandan û hate gotin, “Hemas bi merasîmên biçûkxistina rehîneyan ku wekî propaganda bikar tîne, agirbestê binpê dike.”

Îsraîlê ragihandiye ku heta Hemas misoger bike wwê berdana dîlan bêyî merasîmên biçûkxistinê pêk bîne, wan serbest berdana girtiyên filîstînî bipaş xistiye.