Di çarçoveya lihevkirina Îsraîl-Hemasê de 39 girtiyên Filîstînî têne berdan
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di çarçoveya lihevkirin û agirbesta 4 rojî ya navbera Hemas û Îsraîlê de, 39 girtiyên filîstînî yên li girtîgehên Îsraîlê bo Rojavayê Xezeyê hatine veguhestin.
Li gorî ragihandina medya Îsraîlê, 39 girtiyên filîstînî ku ji jin û zarokan pêk tên, ji girtîgehên Damon û Megiddo hatine derxistin û bo girtîgeha Ofer ya li Rojavayê Xezeyê hatine şandin.
Tê çaverêkirin ku îro 24ê Mijdarê di çarçoveya agirbestê de, 39 Filîstînî jî bêne radestikirin.
Li gorî agirbesta 4 rojî dê li beramberî 50 dîlên Îsraîlê yên di destê Hemasê de, 150 girtiyên Filîstînî werin berdan. Dîlên herdu aliyan yên têne berdan ji jin û zarokan pêk tên.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin