Serokê dînî yê Îranê Hamaney bi rayedarên Hamasê re civiya

08 February 2025 17:52 0 dîtin
Serokê dînî yê Îranê Hamaney bi rayedarên Hamasê re civiya

PeyamaKurd -  Serokê dînî yê Îranê Ayetullah Ali Hamaney li payîtexta Îranê li Tehranê bi rayedarên Hamasê re civiya. Hamaney di hevdîtinê de ragihand ku berxwedana xelkê Xezayê ji bo dinya Îslamê mînake û pirsgirêka Fîlîstînê ji bo Îranê gelek girînge.

Hamaney got ku pêwiste xelkê Îranê destekê bide Fîlîstînê û tevî tehdîdên DYAyê jî destek dewam dike. Rayedarên Hamasê jî ji bo desteka Îranê, sipasiya Hamaney kirin û gotin; eger ne Îran bûya Xeza bi ser nediket.

Hamaney, her weha got ku serkeftina Fîlîstînê ne tenê serkeftina li hemberê Îsraîlêye lê her weha ya li hemberê DYA ye jî, ji ber Hamasê nehiştiye plana DYAyê here serî. Hamaney weha dewam kir:

“Xwedê ji bo xelkê Xezayê izzet û serkeftinê kir nisîb. Bi îzna Xwedê, gelek civak û xelk bi ser ketine. Wê roj were hunê pirsgirêka Qudsê ji bo alema Îslamê çareser bikin.”