Daxuyaniya Hamasê ya li ser Tofana Eqsayê: Operasyona parastinê ye
PeyamaKurd – Tevgera Hamasê diyar kir ku "Operasyona Tofana Eqsayê ya ku ji bo bersivdayîna binpêkirinên îşxalkerên Îsraîlê yên li Filistînê hat kirin, operasyona parastinê ya pileya yekem e."
Daxuyaniya çapemeniyê ya Endamê Mekteba Siyasî ya Tevgera Hamasê Husam Bedran a têkildarî Tofana Eqsayê li ser malpera fermî ya tevgerê hate weşandin.
Bedran herwiha îddîayên Îsraîlê yên derbarê hêzên çekdar ên Hamasê yên ku dibêjin sivîlên Îsraîlî kuştine, red kir û got, "Operasyon ji bo bersivdayîna binpêkirinên îşxalkerên Îsraîlê yên li Filistînê ku baregeh û navendên eskerî yên Îsraîlê hedef girt, operasyoneke berevaniyê ya pileya yekem bû."
Bedran got, "Ola me qedexe dike ku em dest deynin ser sivîlan û wan bikin hedef. Şervanên Hamasê şîretên Fermandarê Tugayên Qassam Ebû Xalid Dayf ên ku di vîdyoyên xwe de diyar kiribû ku divê dest nedin sivîlan girtin." got.
Bedran bang li alema Îslam û Ereb jî kir ku li cem gelê Filistînê bin.
Baskê çekdar ê Hamasê Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam, sibeha 7ê Cotmehê bi navê "Tofana Eqsayê" êrîşeke berfireh li dijî Îsraîlê pêk anî.
Di dema ku bi hezaran roket ji Gazzeyê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin, komên çekdar ên Filistînê êrîşî Deriyê Sînor ê Beyt Hanûn-Erezê yê li ser sînorê Gazze-Îsraîl kirin û desteser kirin.
Komên çekdar piştre ji vir derbasî nav niştecihên nava Îsraîlê bûn û artêşa Îsraîlê bi dehan balafirên şer, êrîşî Gazzeyê kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin