Xamaney banga avakirina hevpeymaneke navdewletî ya dijî Amerîkayê li Kuba kir
PeyamaKurd – Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamaney li Tehranê bi Serokê Kubayê miguel Diaz-Canel re civîya û bang li Kubayê kir li dijî Amerîkayê hevpeymaneke navdewletî ava bikin.
Li gorî ragihandina medya Îranê Xamaney û Diaz-Canel, li ser pêwendiyên siyasî û aborî yên herdu welatan axivî ne û Xamaney, daxwaz ji Serokê Kubayê kiriye, weke welatên Amerîka zordariyê li ser wan dike, pêwîste hevpeymaneke navdewletî ya dijî Amerîkayê ava bikin.
Diaz diyar kiriye ku pirsa Filîstînê jî di nav de, di gelek pirsên navdewletî de ew û Îranê xwedî heman helwestê ne.
Xamaney jî bal kişandiye ser hevdîtina xwe ya 22 sal berê bi Serokê berê yê Kubayê Fidel Castro re û gotiye, “Şoreşa Kubayê û kesayeta Castro ya dilsozî, ji aliyê şoreşgerên Îranê ve pîroz hatiye dîtin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî du roj berê serdana Kubayê kiribû û di navbera herdu welatan de, gelek peymanên bazirganî hatibûn îmze kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin