Rêveberiya Rojava careke din banga avakirina Dadgeha Navdewletî kir
PeyamaKurd - Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, daxwaz ji civaka navdewletî kir ku dadgehekê ji bo dadkirina terorîstên DAIŞê yên biyanî li bakurê Sûriyê ava bike.
Cîgira Hevserokatiya Desteya Peywendiyên Derve Ebîr Eliya di civîneke rojnamevanî de ragihand, “Bi ragihandina HSDê ya serkeftina li dijî DAIŞê di 23ê Adara 2019an de, Rêveberiya Xweser daxwaz kir ku pêwîst e dadgeheke navdewletî li herêmên Rêveberiya Xweser bê avakirin.”
Ebîr Êliya got, “Rêveberiya Xweser bang li civaka navdewletî kir ku dadgehê ava bikin û alîkariyên qanûnî û lojîstîk pêşkêş bikin.”
Eliya agahiyên derbarê girtiyên DAIŞê de dan û got: "Dosyaya zêdetirî 10 hezar DAIŞî û bi deh hezaran malbatên wan ku ji 50 welatan in, dosyayeke pir xeternak e û barekî giran e. Pêwîstî bi hevkariya navdewletî ya mezin heye, ji ber dosyayeke girêdayî cîhanê ye, ji ber gefên DAIŞ`ê li ser hemû cîhanê û mirovahiyê heye. Lê kes di vê çarçoveyê de bersivê nade.”
Cîgira Hevserokatiya Desteya Pêwendiyên Derve diyar kir, bi êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmên wan re, şaneyên veşartî yên DAIŞê çalak bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin