Rêveberiya Rojava banga cotkaran pistguh kir: Bihayê genim naguhere

28 May 2024 19:16 0 dîtin
Rêveberiya Rojava banga cotkaran pistguh kir: Bihayê genim naguhere

PeyamaKurd – Piştî ku Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê, bihayê wergirtina genim ji cotkaran wekî 31 sentên dolarê Amerîkî diyar kir, cotkaran ew nirxê hatiye diyarkirin protesto kir.

Cotkarên Rojavayê Kurdistanê ev du roj in bang li Rêveberiya Xweser dikin bihayê genim zêde bike, ji ber ku 31 sentê serê kîloyê hatiye diyarkirin mesrefên wan xelas nake.

Li ser mijarê Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser di civîneke rojnamevanî de ragihand ku ji ber zehmetiyên niha tê de derbas dibin û li gorî lêkolînên wan, ew bihayê destnîşankirî yê genim guncav dibînin.

Desteya Çandiyê da zanîn, “Xerca her kîloyek genim 29 sent in, ji ber wê ew dibînin ku 31 sent têrê dikin.”

26ê Gulanê Rêveberiya Xweser bihayê genim bi 0.31sent diyar kir û li dijî vê biryarê cotkarên li gelek bajaran xwepêşandan û nerazîbûn nîşan dan.