Rêveberiya Rojava bihayê kirîna cehê cotkaran diyar kir

04 June 2024 19:37 0 dîtin
Rêveberiya Rojava bihayê kirîna cehê cotkaran diyar kir

PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ku demek berê bihayê kirîna genimê cotkaran wek 35 sentê dolarê Amerîkî diyar kiribû rastî nerazîbûna cotkaran hatibû, vê carê jî bihayê kirîna ceh eşkere kir.

Li gorî biryara Meclisa Rêveber a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya /3166/ bihaya kirîna cehê reş 16 sent û yê spî jî 15 sent hate diyar kirin.

Herwiha li gorî biryarê serê tonekê jî wê 10 sent lê bê zêdekirin.

Navendên wergirtina ceh ev in; Navenda Mêlibiyê li Hesekê û navenda Kebiş li Reqayê. Ev her du jî girêdayî Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ne.