Rêveberiya Rojava bihayê kirîna ceh zêde kir

18 June 2024 18:37 0 dîtin
Rêveberiya Rojava bihayê kirîna ceh zêde kir

PeyamaKurd - Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê piştî protesto û nerazîbûnên cotkaran bihayê kirîna ceh ji nû ve diyar kir.

Di biryara nû de nirxê xelatkirinê yê her kîloyeke madeya Ceh ji 10 dolaran bo 20 dolaran hate zêdekirin.

Di biryarê de hate gotin, kirîna madeya Ceh ya Reş bi /0,16/ sentan ji bo her 1 kîlo gram e, bi zêdekirina 20 Dolaran wekî xelatkirina ji her 1 kîlo gramî ye.

Hate diyarkirin, nirxê madeya Ceh ya Spî bi /0,15/ sentî ji bo her kîloyek gram e , bi zêdekirina 20 Dolaran wekî xelatkirina her kîloyek gramî ye.

Kirîna madeya Ceh wê li navenda Mêlebiya ya bajarê Hesekê û li navenda El Kebiş ya li Reqayê yên girêdayî kompaniya pêşxistina çandiniya civakî bên kirîn.

Hêjayî bibîrxistinê ku nirxê berê yê xelatkirina her kîloyek madeya Ceh 10 Dolar bû.