Rêveberiya Rojava bihayê genim serê kîloyê wekî 17 cent dolarê Amerîkî diyar kir
PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bihayê kirîna genim wekî 17 centi dolarê amerîkî diyar kir.
Rêveberiya Rojava îro bi biryarnameya 62yan bihayê kirîna genim diyar kir ku hat gotin, wê kîloya genim bi 17 centan ji cotkaran bê kirîn.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ev cara sêyem e bihayê genim tê diyarkirin ku ew jî ji ber ketina nirxê lîreyê Sûrî li beramber dolar, cotkaran ji bo zirar nekin daxwaza bilindkirina bihayê genim dikirin.
Li gorî vê biryarê wê genim bi lîreyê Sûriyê, lê li gorî nirxa 17 centên dolarê Amerîkî bê kirîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin