Serokwezîrê Lubnanê Mikatî banga alîkariyên mirovî li civaka navdewletî kir

01 October 2024 19:04 0 dîtin
Serokwezîrê Lubnanê Mikatî banga alîkariyên mirovî li civaka navdewletî kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Lubnanê Najib Mikati, ji ber êrîş û bombebaranên artêşa Îsraîlê bi ser Hizbullaha Lubnanê de, banga alîkariyên zêdetir li civaka navdewletî kir.

Ajansa fermî ya Lubnanê NNAyê ragihandiye, Mikati bi balyozên rêxistinên Neteweyên Yekbûyî (NY) û welatên din re li ser kirîza koçberiyê ya ku di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de derketiye holê, civînek li dar xist.  

Di civîna ku Sazkarê Karûbarên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî li Lubnanê Îmran Reza û nûnerên din amadehî kirin de, Mikatî axaftinek kir û got, “Em di demekê de li hev kom dibin ku nêzîkî milyonek kes ji ber şerê wêranker yê Îsraîlê koçber bûne ku niha Lubnan di qonaxeke krîtîk re derbas dibe.”  

Mikatî pêbendbûna hikûmetê bi hevkarîya rêxistinên Neteweyên Yekbûyî re anî ziman û daxwaza zêdekirina hewldanan ji bo pêşkêşkirina alîkariyan bo sivîlên aware bûne kir. Herwiha Mikatî, spasiya NY û welatên erebî ji bo piştgiriya wan a berdewam kir.