WSJ: Amerîkayê bi Îranê re ji nû ve dest bi danûstandina dîplomatîk kir!
PeyamaKurd – Rojnameya Amerîkî Wall Street Journal (WSJ) bi zarê çavkaniyên nêzîk ragihandiye ku rêveberiya Serokê Amerîka Joe Biden, bi awayekî bêdeng ji nû ve muzakereyên dîplomatîk bi Îranê re dane destpêkirin.
Li gorî WSJê, rêveberiya Bidan ji bo azadkirina mehkûmên Amerîkî yên li Îranê û rawestandina bernameya atomî ya Îranê, gotûbêjên dîplomatîk ji nû ve dane destpêkirin.
Hatiye diyarkirin ku niha hevdîtin li New Yorkê di navbera rayedarên payebilind ên herdu aliyan de têne kirin û piştî hevdîtinên destpêkê, rayedarên Koşka Spî herî kêm 3 caran çûna Ummanê û bi rêya rayedarên Ummanê peyam gihandine Tehranê.
Di nûçeyê de hatiye gotin ku rêveberiya Tehranê jî li beramberî berdana girtiyên amerîkî û sînordarkirina xebatên nukleerî, dixwaze bi qasî milyar dolaran dahata xwe ya enerjiyê ji bin dorpêçên Amerîkayê derxe û bi dest bîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin