Amerîkayê zêdetirî 2 hezar keleskofên ku Îranê sandibûn desteser kir

10 January 2023 21:03 0 dîtin
Amerîkayê zêdetirî 2 hezar keleskofên ku Îranê sandibûn desteser kir

PeyamaKurd – Hêzên Deryavaniya Amerîkayê li Tengava Umanê zêdetirî 2 keleşkofên ku Îranê ji bo Hûsiyên Yemenê şandibû, desteser kir.

Berdevkê Fîloya 5em a Deryavaniya Amerîka ya li Behreynê, Timothy Hawkins, bi daxuyaniyekê ragihand ku 6ê Çileyê roja Înê keştiya USS Chinook a Amerîkayê li Tengava Umanê  destwerdan li keştiyekê kiriye û tê de zêdetirî 2 hezar û 100 keleşkof hatine desteser kirin.

Rayedarê Amerîkî daye zanîn ku li gorî berê jî wan çek li heman deverê desteser kirine, ew çek dişibin yên ku Îranê şandine Yemenê ku keştiya destwerdan lê hatiye kirin jî li ser rotaya Hûsiyên Yemenê ya veguhestina bar bûye.

Hawkins da zanîn ku muretebatê keştiyê ku hatine binçavkirin bo herêmeke kontrola hikûmeta Yemenê hatine veguhestin.

Şanda Yemenê ya Neteweyên Yekbûyî jî 9ê Îlona 2020an di raporekê de diyar kiribû ku welatên Îran, Fransa, Amerîka, Brîtanya û Kanada ji bo aliyên şer çekan dabîn dikin.

Îran ji sala 2014an ve bi alîkariya çekan piştgiriya Hûsiyên Yemenê dike, Hikûmeta Yemenê jî ligel Koalîsyona Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike, şerê Hûsiyan dike.