Amerîkayê zêdetirî 50 hezar ton alavên leskerî da Îsraîlê

27 August 2024 09:32 0 dîtin
Amerîkayê zêdetirî 50 hezar ton alavên leskerî da Îsraîlê

PeyamaKurd – Îsraîlê ragihand ku ji bo êrîşên ku di 7ê Cotmeha 2023an de li ser Şerîda Xezzeyê hatin kirin, DYAyê heta niha zêdetirî 50 hezar ton malzemeyên leşkerî dabîn kiriye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Îsraîlê, di çarçoveya hevkariya di navbera DYA û Îsraîlê de, amûrên leşkerî yên ku heta niha hatine Îsraîlê, bi 500 balafirên leşkerî û 107 sewqiyatên deryayî hatine şandin.

Heta niha zêdetirî 50 hezar ton kelûmelên leşkerî bi balafirên leşkerî û sewqiyata deryayî radestî Îsraîlê hatiye kirin.

Piştgiriya leşkerî ya ku hat şandin, ji wesayîtên zirxî, cebilxane û herwiha alavên parastina ferdî û alavên tenduristiyê pêk dihat.