Koska Spî: Amerîkayê ji 14ê Tebaxê ve zêdetirî 37 hezar kes ji Kabulê derxistin

23 August 2021 20:16 0 dîtin
Koska Spî: Amerîkayê ji 14ê Tebaxê ve zêdetirî 37 hezar kes ji Kabulê derxistin

PeyamaKurd – Rêveberiya Amerîkayê ragihandin ku ji 14ê Tebaxê piştî Talîbanê dest danî ser rêveberiya Afganistan ve, zêdetirî 37 hezar bi rêya Balafirgeha Kabulê hatine tehliyekirin.

Koşka Spî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku tenê di nav 24 saetên borî de, 10 hezar û 400 kes ji ser Balafirgeha Navdewletî ya Hemîd Karzayî ya Kabulê hatine tehliyekirin.

Herwiha hat eşkere kirin ku ji 14ê Tebaxê ve bi 28 balafirên şer zêdetirî 37 hezar kes ji Kabulê hatine tehliyekirin.

Koşka Spî daye xuyakirin ku welatên li Afganistanê kar dikin jî di nav 24 saetên borî de bi 61 balafiran 5 hezar û 900 kes ji Kabulê derxistine.