Amerîkayê 100 TIR alavên leskerî ji ‘Rojava’ re sand
PeyamaKurd – Amerîkayê karwaneke leşkerî ya bi qasî 100 barhilgiran (TIR) ji bo bigihîne Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji Rojavayê Kurdistanê re şand.
Li gor zanyariyên çavkaniyên herêmî karwana leşkerî ya bo HSDê hatibû rêkirin, şeva borî ji Deriyê Sêmalka ve ketiye hûndir û bi qasî 100 TIRên tije alavên leşkerî, wesayîtên Hummer û tanker derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne.
Heman çavkaniyan diyar kir, ew her çiqas jê ne piştrast in bê çek di nav wê karwanê de hene jî dizanin ku cebilxane di nav alavên leşkerî yên hatine de heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin