Pîrozbahiyên “Çarsema Surî” li Îranê: 14 kustî, zêdetirî 2 hezar birîndar
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li seranserê welêt di merasima "Çarşema Surî" ya ku li Îranê li gor salnameya Hicrî Şemsî di şeva Çarşema dawî ya salê hat lidarxistin de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar û 128 kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Tesnîm, Serokê Navenda Lezgîn a Îranê Cefer Miadfer derbarê bûyerên ku di merasîma “Çarşemê Surî” de qewimîn de agahî dan. Miadfer got, “Di qezayan de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 hezar û 128 kes birîndar bûn."
Miadfer anî ziman ku di nava birîndaran de 152 kesan organek xwe winda kirine.
Di pîrozbahiyên ku şeva Çarşema dawî ya sala beriya Newrozê li Îranê bi taybet ji aliyê zarok û ciwanan tê lidarxistin de, xwe ji ser agirên vêxistî davêjin, fîşek û maytapan diteqînin. Qezayên ku di van pîrozbahiyan de diqewimin û amadekariyên beriya wan her sal li welêt dibin sedema bi dehan mirin û bi sedan birîndaran.
Li Îranê ku salnameya Hicrî Şemsî tê bikaranîn, Newroz di 21ê Adarê de destpê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin