Li Îranê li eyaleta Sîstan-Belûcistanê êrîsê ser parastvanên sînor kirin: 10 kustî
PeyamaKurd – Li welatê Îranê li eyaleta sînor ya Sîstan-Belûcistanê ku dikeve ser sînorê navbera Îran û Pakistanê, li bajarê Taftanê, di navbera hêzên ewlehiya Îranê û çekdarên din de şer derket.
Li gor ragihandina medya Îranê; di şer de 10 leşkerên Îranê yên sînor diparêzin, hatin kuştin. Polîsê eyaletê ragihand ku heya niha ti kes an rêxistin bûyerê negirtiye ser xwe.
Wezîrê karên navxwe yê Îranê Abdulriza Rahmanî ferman da ku yekser li ser bûyerê lêpirsînekî berfireh bikin û bigihên encamê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin