Li Îranê li eyaleta Sîstan-Belûcistanê ser derket: 4 leskerên Îranê hatin kustin
PeyamaKurd – Li Îranê li eyaleta Sîstan-Belûcistanê li bajarê Xaşê di navbera hêzên ewlekariyê yên Îranê û grûbên çekdar de şer derket û ji artêşa Îranê 4 leşker hatin kuştin. Li gor ragihandina nivîskî ya baregeha Qudsê ya bi ser artêşa Îranê ku bo ajansa fermî ya Îranê ragihandiye; şeva borî li bajarê Xaşê ev şer derketiye.
Di derbarê grûbên çekdar yên ku bi artêşa Îranê re ketine şer kîne nehat ragihandin.
Berê di navbera artêşa Îranê û grûba çekdar ya bi navê Ceyşul Edl ku ji sunniyên Belûcistanê pêk tê û mafê xelkê Belûcî yên sunnî diparêze, gelek caran şer derketibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin