Li Sîstan û Belûcistanê 2 pasdarên pilebilind ên Îranê hatin kustin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku du pasdarên pilebilind ên Îranê di encama şer û pevçûnekê de hatine kuştin.
Li gorî ragihandina medya fermî ya Îranê, di encama şer û pevçûnên digel kesên nenaskirî de, li navenda eyaletên Sîstan û Belûcistanê Zahîdanê 2 pasdarên pilebilind ên Îranê hatin kuştin.
Hatiye eşkere kirin ku navê wan pasdarên hatine kuştin, Mêhran Şûrîzade û Muhsin Keyxwayî ye û pileya wan jî Sergurdî bûye.
Heta niha ti kom û aliyekî berpirsiya wê êrîşa ser pasdaran li xwe negirtiye û medya Îranê jî ti hurgiliyên din belav nekirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin