NY: Pasdarên Îranê li Sîstan û Belûcistanê 23 xwepêsander kustine
PeyamaKurd – Komiseriya Mafên Mirovan a li Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) ragihand ku pasdarên Îranê li Sîstan û Belûçistanê 23 xwepêşander kuştine.
Berdevkê OHCHRê Rupert Colville di civîneke rojnamevanî ya li Cenevê de, îro Înê ragihand ku pasdarên Îranê li eyaletên Sîstan û Belûcistanê herî kêm 12 û muhtemel e 23 xwepêşander kuştine.
Rupert Colville herwiha li ser bûyerên li wan eyaletan daye xuyakirin ku ji ber qûtkirina înternetê zehmet e bîlançoya rastîn a xwepêşandanan bizanin, lê li gorî zanyariyên wan herê kêm 12 kes û bi îhtimaleke mezin 23 kes hatine kuştin.
Colville herwiha bang li Îranê kir cihên ku înternet lawar e car din înternetê dabîn bikin.
Hêjayî gotinê ye, xwepêşandanên li dijî rejîma Îranê û pasdaran ên li Belûcistanê ev zêdetirî deh roj in berdewam dikin û hêzên îranî bi guleyan êrîşan dibin ser xwepêşanderan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin