Îranê hêzeke mezin li Sîstan-Belûcistanê belav kir

03 February 2023 19:24 0 dîtin
Îranê hêzeke mezin li Sîstan-Belûcistanê belav kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber protestoyên berdewam ên dijî rejîma Îranê, hêzên Îranê li Sistan û Belucistanê hêzeke zêde ya leşkerî belav kir.

Li eyaleta Sîstan-Belûcistanê her rojên Îniyan ji destpêka xwepêşandanên Jîna Emînî ve çalakiyên protestoyî yên mezin bi taybet li bajarê Zahîdanê têne lidarxistin ku beriya nimêja Înê ya Îro 3yê Sibatê, Îranê hêzek mezin ya leşkerî li parêzgeha Belucistanê bi cih kir.

Li gorî çavkaniyan, duh Pêncşemê jî li ser asîmanê bajarê Zahîdanê helîkopter digeriyan.

Melayê Mizgefta Mekî ya Zahîdanê Mewlewî Ebdulhemîd ragihandiye ku li Zahîdan herî kêm 15 xalên kontrolê hatine danîn.

Li aliyê din îro Înê li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî xwepêşandanên protestokirina rejîma Îranê berdewam bûn û di çalakiyê vê hefteyê de, bi taybet tê xwestin ku cezayê li ser 500 mamoste û akademîsyenan bê rakirin.