Îranê hêzeke mezin a leskerî sand ser sînorên Rojhilat û Basûrê Kurdistanê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Îran di çend rojên dawî de hêzeke mezin a leşkerî ku ji cebilxane û çekên giran pêk tê şandiye ser sînorên navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê.
Li gorî ragihandina çavkaniyên agahdar ji herêmê, hêzên rejîma Îranê li sînorên Merîwanê û parêzgeha Kirmaşanê hatûçûneke zêde dikin û tevî şandina hêz û cebilxaneyan ji bo wan sînoran, hin caran hêzên rejîmê derbasî sînorên Başûrê Kurdistanê jî dibin.
Heman çavkaniyan diyar kiriye, Sipaha Pasdaran herwiha karwaneke ji kamyonên hilgirê alavên şer û cebilxaneyan ji binkeyên leşkerî yên Qezwîn û Şîrazê ji bo derveyî wan parêzgehan şandiye, lê hêj nehatiye piştrastkirin bê ew hêz ji bo ku derê hatine şandin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, hêzên rejîma Îranê bi hinceta hebûna partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê li nav Herêma Kurdistan, gelek caran êrîşan pêk tîne û heta sînorên erda Herêma Kurdistanê jî dibezîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin