Li Raperînê xwepêsandaneke mezin a sermezarkirina Îranê tê lidarxistin
PeyamaKurd – Hate ragihadin ku sibe 23yê Çileyê 2024an li îdareya Raperîn a Herêma Kurdistanê, xwepêşandaneke girseyî ya mezin ji bo şermezarkirina êrîşa Îranê ya ser Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê tê lidarxistin.
Hate zanîn ku wê xwepêşandan li demjimêr 11:00ê li pêş Parka Derwaze ya li Ranyayê dest pê bike û gelek kesayet û rêxistinên sivîl ên civakî jî beşdariyê dikin.
Rêxistinên civaka sivîl a Raperînê bang li hemû çînên sînorê îdareya Raperînê kirin ku beşdarî xwepêşandanê bikin û êrîşên moşekî yên Îranê li ser bajarê Hewlêrê şermezar bikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, şeva 15ê Çileyê bi 16ê mehê ve girê dide, Îranê moşekên balîstîk û dronan êrîşeke mezin bi ser Hewlêrê de pêk anîbû û mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî jî hatibû ruxandin. Di êrîşê de 5 kesên sivîl can dabûn.
Doh 22yê Çileyê jî li Duhok û Zaxoyê xwepêşandanên mezin ên protestokirina Îranê hatibûn lidarxistin û li Herêma Kurdistanê boykota kelûpelên Îranê jî hatiye destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin