Tirkiyeyê hêzeke din a leskerî sandiye Sûriyeyê

06 October 2024 18:16 0 dîtin
Tirkiyeyê hêzeke din a leskerî sandiye Sûriyeyê

PeyamaKurd –  Tirkiyeyê hêzeke din a leşkerî şandiye başûrê Îdlibê.

Li gorî ku Çavdêriya Mafên Mirov a Sûriyeyê (SOHR) ragihandiye, Tirkiyeyê hêzeke nû ya ku ji 23 wesayîtên leşkerî pêk tê ji deriyê sînorî yê Kefer Lûsînê derbasî aliyê Sûriyeyê kiriye.

SOHRê daye zanîn ku Tirkiye ev hêza xwe ya nû ji bo bihêzkirina çeperên xwe yên şer şandiye baregehên xwe yên li herêma Cebel Zaviyeyê ya li başûrê Îdlibê.

Her weha SOHRê diyar kiriye ku ji destpêka meha Cotmehê ve û bi vê hêza nû re hejmara wesayîtên leşkerî yên ku Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê kirine gihîştiye 43yan.