Balafira Leskerî ya Tirkiyeyê li Gurcistanê Ket Xwarê

11 November 2025 17:40 0 dîtin
 Balafira Leskerî ya Tirkiyeyê li Gurcistanê Ket Xwarê

PeyamaKurd – Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê îro, 11ê Mijdara 2025an, ragihand ku balafireke leşkerî ya barhilgir a bi tîpa C130ê li Gurcistanê ketiye xwarê.

Di daxuyaniyê de ku ji aliyê wezaretê ve hat dayîn, hat diyarkirin ku balafira leşkerî ji Azerbaycanê rabûbû û ber bi Tirkiyeyê ve diçû, lê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn, li nava axa Gurcistanê ket.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Balafireke barhilgir a leşkerî ya C130ê ku ji Azerbaycanê ber bi welatê me ve diçû, li Gurcistanê ket xwarê. Bi hevahengiya rayedarên Gurcistanê re, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatine destpêkirin. Ev agahî bi rêzdarî ji raya giştî re tê ragihandin."

Derbarê sedema ketina balafirê û çarenivîsa personelên di balafirê de ti agahiyên berfireh nehatine parvekirin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li cihê bûyerê didomin.