Li DYAyê balafira rêwiyan û helîkoptera leskerî li hev qelibîn: Gelek kesan can dan!

30 January 2025 09:17 0 dîtin
Li DYAyê balafira rêwiyan û helîkoptera leskerî li hev qelibîn: Gelek kesan can dan!

PeyamaKurd – Balafira rêwiyan a PSA Airlines dema ku nêzî Balafirgeha Ronald Reagan a Washingtonê dibû li hewayê li helîkoptera leşkerî ya Sikorsky UH-60 Black Hawk qelibî. Ji bo balafir û helîkoptera ku ketibûn çemê Potomacê xebatên lêgerîn û xelaskirinê destpê kirin.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Hewayî ya Federal a Amerîkayê (FAA), li nêzî Balafirgeha Ronald Reagan balafirek û helîkoptereke leşkerî li hev qelibîn. Balafireke bazirganiyê ya American Airlines û helîkoptereke leşkerî piştî li hev qelibîn li çemê Potomacê ketin.

American Airlines ragihand ku di balafirê de 60 rêwî û 4 xebatkar hebûn. Di helîkopterê de 3 leşkerên Amerîkî di firîna perwerdehiyê de bûn.

Hat ragihandin ku balafir bi jimareya 5342 ya American Airlines e ku ji Wichitaya eyaleta Kansasê diçû. Hat ragihandin ku helîkopter ji baregeha Fort Belvoir a li Virginia, li başûrê rojavayê Balafirgeha Ronald Reagan rabû.

Polîsan diyar kir ku li cihê bûyerê 18 cenaze ji aliyê tîmên lêgerînê ve hatine dîtin û heta niha tu kesên sax nehatine dîtin.

Daxuyaniya nivîskî ya Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya derbarê bûyerê de diyar kir ku ew geşedanên derbarê qezayê de ji nêz va dişopînin û ji bo însan xelas bibin dua kir.

Trump spasiya bersivkerên ewil kir û got ku ew ê geşedanên ku çêbibin parve bikin.