Balafira Tirkiye ya kargoyê ku li Gurcistanê ket, enqaza wê dîtin
PeyamaKurd – Wezîrê kar û barên navxwe yê Tirkiyê Ali Yerlikaya ragihand ku balafira kargoyê ya Tirkiyê ya tîpa C130 ya ku li Gurcistanê ketibû û aîdê artêşa Tirkiyê bû, seet di 17.00an de enqaza wê dîne. Xebata lêgerîna kesan û rizgarkirina wan dewam dike. Di balafirê de 20 xebatkar an kes hebûn.
Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê (MSB) ragihand ku balafir ji Azerbeycanê diçû Tirkiyê û li Gurcistanê ketiye.
Yerlikaya ragihand ku ew bi wezîrê hemkarê xwe yê Gurcistanê re (Gela Geladze) di nav têkiliyan de ye lê di peyama xwe de sersaxiyê bo malbatên di balafirê de xwest. Dibe kesên di balafirê de tev miribin.
Serokkomarê Tirkiyê Erdoğan jî peyama di derbarê balafirê de axifî û sersaxiyê xwest û got ku balafir dema ji Azerbeycanê bihewa ketiye, di nav sînorê Gurcistanê de ketiye lê Gurcistan dibêje ku pîlotê balafirê ji wan re ti îşaret neşandiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin