Tirkiye seferên balafiran yên ji bo Silêmaniyê rawestand

04 April 2023 01:11 0 dîtin
Tirkiye seferên balafiran yên ji bo Silêmaniyê rawestand

PeyamaKurd – Rêvebiriya balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê ragihand ku Tirkiye ji bo vê mehê seferên balafirên ji bo balafirgeha Silêmaniyê daye rawestandin. Li gor ragihandina K24 ê; biryar yek alî ji aliyê Tirkiyê de hatiye dayîn û ji Tirkiyê sedema rawestandinê hatiye xwestin. Rêvebira danûsitendinan yê balafirgehê Dana Muhammed weha gotiye:

“Temamê seferên navbera Silêmaniyê û Tirkiyê hatin betalkirin. Ti daxwuyanî ji me re nehat lê me ji Tirkiyê xwest ku sedema rawestandina seferan ji me re bêje.”

Serokê federasyona şîrketên tûrîzmê yê Silêmaniyê Ata Ahmed ragihandiye ku seferên navbera Tirkiyê û Silêmaniyê yên di 3, 4 û 5 ê vê mehê de hene, tev hatine betalkirin.